Desteya Rêveberiya Herêmî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê bilindûna û daketina dolar û pevguherandina wê li gorî lîreya Sûrî biryarnameyek weşand.
Rêveberiyê diyar kir ku ji bo destpilîna bazaran ew ê komîteyeke çavdêriyê li bazaran bigere.
Di biryarnameyê de hin xal hatin rêzkirin ji wan:
Hemû bazirgan wê li gorî ofîsa derayî dolar pevguherînin û bihayê cil, alav, xwarin û hwd diyar bikin.
Çi berhem hebin nabe ku werin depokirin û veşartin û paşê bên derxistin.
Di çarçoveya erka exlaqî de nabe ku bazirgan bi buhayî berhemên xwe bifroşin.
Rêveberiyê diyar kir kesên ku li gorî bendên biryarnameyê nemeşe wê were cezakirin.



