Nûnerê taybet NY ji bo Sûriyê Geir Pedersen hêvî kir ku lihevkirin bi Rêveberiya Xweser re bê kirin.
Pedersen behsa agirbesta Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir û got ku ew hêvî dikin agirbest dirêj bibe.
Geir Pedersen ji Şamê ragihand ku li bakur û rojhilatê Sûriyê zehmetiyên mezin hene.
Di daxuyaniya xwe de hêvî kir ku çareseriyeke siyasî bi Rêveberiya Xweser re bê sazkirin.
Geir Pedersen daxwaza li dar xistina hilbijatinên azad û adilane li gorî biryara NY a 2254 kir.
Geir Pedersen eşkere kir ku pêdivî bi alîkariyên lezgîn hene, lê divê were zanîn ku em dikarin jinûve Sûriyê avabikin.
Her wekî hêvî kir ku di vê pêvajiyê de, daawî li cezayan were anîn.



