Serokkomarê berê yê Fransayê François Hollande destnîşan kir ku êrîşên li ser Kurdan nayên qebûlkirin.
Wezîra karên dervê ya Almaniya yê Annalena Baerbokck jî diyar kir ku divê Kurd di Sûriya nû de cih bigrin.
Li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nerazîbûnên li qada navneteweyî zêde dibin.
Serokkomarê berê yê Fransayê François Hollande destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava nayên qebûlkirin û wiha anî ziman:
“Ewropa nikare bûyerên li herêma Rêveberiya Xweser diqewimin ji nedîtî ve bê.
Nabe ku êrîşek li ser Kurdên li Sûriyê bê kirin.
Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de yên ku ji me re bûn alîkar Kurdên li Sûriyê bûn.
Eger Kurdên ji Sûriyê nebûna, nepêkan bû ku DAIŞ ji Sûriyê bê avêtin.”
Serokkomarê berê yê Fransayê Hollande ji bo parastina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang kir û got:
“Divê Fransa û Koalîsyona Navneteweyî Kurdan biparêzin.”
Annalena Baerbokck: Divê Kurd beşdarî danûstandinên li Sûriyê bibin
Wezîra karên dervê ya Almaniya yê jî Annalena Baerbokck diyarkir ku Kurd beşek ji koalîsyona navnetewî ya li têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê ne.
Lewma divê Kurd beşdarî danûstandinên li Sûriyê bibin.
Fransa: Divê Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê bibe beşek ji veguhastina siyasî



