Eşîra Ebû Xemîs: Daxuyaniyên rêjîma Sûriyê, kuştina vîna gel e

Şêxê eşîra Ebû Xemîs ê li Reqayê Hesen Mihemed El-Raşid, tewanbariyên rejîma Sûriyê û opozisyona wê derbarê Rêveberiya Xweser de red kir û weke hewla têkbirina vîna gel bi nav kir. Hesen El-Raşid Projeya Netewa Demokratîk bi çareseriya herî guncaw ji aloziya Sûriyê re dest nîşan kir.

Tevî bangên Rêveberiya Xweser ên diyalogên der barê pêşeroja herêmê de, hîn jî daxuyaniyên Berpirsên Erkana Rejîma Sûrî û Hevbendiya Wetenî ya Sûrî yên der barê tewanbariyên li dijî Rêveberiya Xweser berdewam in.

Şêxê eşîra Ebû Xemîs Hesen Mihemed El-Raşid diyar kir, ji ber ku Rêveberiya Xweser mafê hemû pêkhateyan diparêze rastî van tewanbariyan tê.

Hesen Mihemed dest nîşan kir ku aliyên bi dewletên dagirker û rêxistinên desthilat re ve girêdayî ne,hewl didin bi rêya çapemeniyê projeya Netewa Demokratîk reş bikin.

Hesen Mihemed daxuyaniyên Hevbendiya Sûrî weke xizmeta berjewendiyên siyaseta derve û kesayetî bi nav kir û diyar kir ku wê ev daxuyanî cihê xwe negrin.

Der barê çareseriya siyasî ya herêmê de, şêxê eşîra Ebû Xemîs Hesen Mihemed El-Raşid ev tişt anî ziman:

“Çareseriya aloziya Sûriyê ji Bakur û Rojhilatê Sûrî ango bi rêya projeya Rêveberiya Xweser ku xwe dispêre Neteweya Demokratîk pêkan e. Ji ber gelên herêmê baweriya xwe pê aniye û xwe naspêrin siyasetên derve ku parçebûn hedefa wan e.

Leave a Reply

Back to top button