Parlamentera Awisturyayî Meri Disoski ji bo piştgiriya Kurdan bang kir û xwest li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bê deng nemînin.
Berdevka Polîtîkaya Derve a Ewropayê ya Partiya Keskan a Awistiryayê Meri Disoskî diyar kir ku ew piştgiriya Kurdan dikin.
Meri Disoski got: “Rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê fikaran e ku divê bala me li ser be.
Çeteyên îslamî yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, êrişên xwe yên ber bi herêmên Kurdan ve berfireh kirin.
Agahî zêde dibin ku dibêjin êrişek li ser Kobanê ku bajarokekî sînor ê Rojava ye, nêz e.”
Parlamenter Meri Disoski ragihand ku ew piştgiriyê didin daxwazên nûnerên Rêveberiya Xweser û got:
“Em wek Partiya Keskan di nava vê tevlîheviya siyasî de bi tundî sorkirina şer red dikin.
Em piştgiriyê didin Kurdan û em bid axwaza nûnerên Kurdan re ne ku dixwazin tundî tavilê bi dawî bibe.
Li gorî raporên dawî, divê peyameke zelal ji Tirkiyeyê re bê dayin. Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rengekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û divê bi vî rengî bê pênasekirin.”
Meri Disoski anî ziman ku ew li bendê ne Konseya Yekitiya Ewropayê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gotinên zelal bibêje û got:
“Li hemberî gefa rijandina xwînê, ji lîderên Yekitiya Ewropayê û Konseya Ewropayê li benda gotinên zelal im.
Ev yek ji bo Şansolyeyê Federal ê Awisturyayê Nehammer jî derbas dibe ku beriya çend rojan bi telefonê bi serokkomarê Tirkiyeyê re axivî.
Divê Ewropa nebe temaşevan ku dewleteke endamê NATO’yê êrişî yekparebûna xaka Sûriyê bike.”



