PEN Internationalê bi daxuyaniyekê qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir.
PEN Internationalê têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nûçe dişopandin bi êrişa SÎHA’yan a dewleta Tirk hatin kuştin, li ser hesaba xwe ya platforma X’ê peyamek parve kir û kuştinkirina rojnamegeran şermezar kir.
Di peyamê de wiha hate gotin: “Rojnamegerên Kurd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, di êrişa Tirkiyeyê ya li Bakurê Sûriyê de hatin kuştin. Em vê êrişê şermezar dikin.
Em bang li Tirkiyê dikin tavilê lêpirsînê bide destpêkirin û hesabê ji berpirsyaran bipirse.”



