Asayîşê ragihand ku hêzên wan li herêma Dêra Zorê ji bo ewlehiya şêniyên herêmê û mayîndekirina îstîqrarê wê xebatên xwe bidomînin.
Asayîşê derbarê xebatên xwe yên Dêre Zorê de daxuyaniyek da.
Asayîşê balkişand li ser tedbîrên ewlehiyê yên li herêmê û got:
“Hêzên me yên li Herêma Dêr-Elzorê di çarçoveya xebatên xwe yên mayînde yên ji bo xizmetkirina gelê herêmê û pêkanîna ewlehî û aramiyê, xebatên xwe yên ewlekariyê di hemû beşên xwe de berdewam dikin
Em tekez dikin ku emê parastina şêniyên herêmê û parastina rûmeta wan bikin, û bi biryarin li hember her rûbirûbûna gefek ewlekariya welatiyên xwe pêkbînin.
Ev xebatên em dimeşînin di çarçoveya hewldana hêzên me de ji bo dabînkirina jîngeheke ewle û bi îstîqrar ku rê bide xelkê herêmê bi awayekî asayî jiyana xwe bidomînin.”



