Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E’yê bang li her kesî kir ku bi girseyî tevlî çalakiyên bîranîna komkujiya li Parîsê bibin.
Têkildarî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ku 23’ê Kanûna 2022’an li paytexta Fransa Parîsê hatin şehîdxistin, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Li dijî komkujiya Parîsê, ji bo çalakiyên şermezarkirinê em banga seferberiyê dikin.
Dewleta Tirk a faşîst ku armanca xwe qirkirina Kurdan e, li her deverê li dijî Kurdan sûcê şer dike.
Eger komkujiya Parîsê ya 2013’an bihate ronîkirin û dewleta Tirk di vê çarçoveyê de bihata darizandin, wê nikarîbûya careke din komkujî bikira.
Lewma dewleta Fransayê di vê mijarê de hevkarê sûc e.”
KCDK-E di dawiya daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyên li welatên Ewropayê, dostan, hêzên demokrasî û azadiyê kir ku li hemberî êrîşên terorê yên dewleta Tirk a faşîst bi gelê Kurd re têkoşînê mezin bikin.



