Nerazîbûnên li dijî şehîdxistina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, berdewamin.
Kampaniya Çetir bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihand ku bi şehîdxistina rojnamevanan wê nikarîbin dengê azadiyê qut bikin.
Kampaniya Çetir a ji bo Xebatên Medyayê, têkildarî şehîdxistina rojnamevanên kurd daxuyaniyek çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dengê azadiyê bi şehşdxistina rojnamegeran nayê qutkirin.
Her wiha bang li civaka navneteweyî hate kirin ku sînorek ji bo şehîdxistina rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve were dayîn û jiyana rojnamevanan biparêzin û ji bo karê wan şert û mercên guncaw peyda bikin.



