Endamê Parlamenta Eyaleta Berlînê Ferhat Koçak da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker li Rojava sûcên şer pêk tîne û divê were cezakirin.
Endamê Parlamenta Eyaleta Berlînê û Parlamenterê Partiya Çep Ferhat Koçak şehîdxistina rojnamevan Nazim û Cîhan şermezar kir û anî ziman ku dewleta Tirk ji bo çapemeniyê bêdeng bike ev komkujî kir.
Koçak diyar kir, êrîşên dagirkeriyê û komkujiyên li ser mirovên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, encamek ji polîtîkayên bi salan ên dewleta Tirk e û got:
“Ev êrîş ne tenê li hemberî gelên li herêmê ye, di heman demê de tinehesibandina hiqûq û mafên mirovan ên navneteweyî ye.
Ferhat Koçak firotina çekan a hikumeta federal a Elman ji bo Tirkiyê bi tundî rexne kir û got:
Artêşa Tirk bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî êrişî herêmên Kurdan dike û di van êrişan de çekên Elman bi kar tîne.
Hikumeta Elman li pêşberî van binpêkirinan bêdeng dimîne.
Ferhat Koçak bang li parêzvanên mafên mirovan û tevgerên çep kir ku hîn bêhtir piştgiriyê bidin Kurdan.



