Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyarkir ku Rêveberiya Xweser çawa ku bi berxwedana li dijî DAÎŞ’ê piştgirî ji gelên cîhanê wergirt, îro jî bi berxwedanê wê piştgiriyê ji hemû bindestan werbigire û destnîşan kir ku tecrûbeya li vê derê wê ji tevahiya Sûriyeyê re bibe model.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû û mijarê di rojevê de nirxand.
Dûran Kalkan dazanîn ku rewşa sûrî encamê şerê cîhanê yê sêyemîn e û got:
“Li Iraqê bi rûxîna rejîma Baasê re destpê kir ev pêvajo.
Di şerê Xeza yê 7’Ê Cotmeha 2023’an de hîn şênber bû.
Sîstema sermayeyê ya tekparêz li ser bingeha enerjî û tîcaretê, dixwazin li rojhilatê behra spî kontrolê çêbikin.
Ji ber vê yekê rê amade dike. Ev rêya paqijkirinê ye, yê Sûriyeyê jî rêya paqijkirinê ye.
Wê dora Qibrisê were. Tirkiye bibe navenda şer.”
“Hêzên hegemon çawa sedam bikaranîn Erdogan jî bikartînin”
Duran kalkan da zanîn ku hêzên hegemon çawa Sedam xistin Kuweytê bikaranîn, niha bi destê Erdogan jî heman tiştî dikin û wiha berdewamî da nirxandinên xwe:
” Çawa sedam xistin kuweytê û piştre bikaranîn.
Erdogan jî wisa dixebitînin.
Di şerê Gazeyê de bi kar anîn. Tirkiye Hizbûllah teşwîqî şer kir.
Niha li Sûriyeyê jî fermandariya şer dan Erdogan.
Pergalê nexwest rûxandina Sûrî bide Îsraîl.
Vê karê dan Erdogan.
Ew jî weke ku serkeftinê bi dest xistibe keyfxweş dibe.
Ji ber vê yekê gotinên weke vê şerê Tirkiye kir, Tayîp Erdogan bi ser ket, tenê gotinên xapandinê ne.
Yanî kî şerê Korfezê heta Xezayê dabe destpêkirin û rêvebirin encama li Sûriyeyê jî ew bi dest xistin.
Tirkiye weke ku tayê Beşar Esad kişand hat bikaranîn.
Yanî ne serkefina wî ye. ”
Kalkan: Rêveberiya Xweser dikare ji bo hemû Sûrî bibe model
Duran Kalkan dazanîn ku desthilata nû ya li sûrî ava bibe divê demokratîk be û ev nirxandin kir:
Rast e li Sûriyeyê desthilatdariya heyî hat hilweşandin, lê ne hêsan e ku ya nû bê avakirin. Weke yê berê nabe.
Kes qebûl nake. Yanî pêkhate û olên cûda hene.
Sîstemên demokratîk, konfederal, federal encax dikarin van derdoran li hev kom bikin.
E niha di vê mijarê de model û tecrubeya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşeke ku dikare ji tevahî Sûriyeyê re modelek çêbike.
Kevneşopiyek afirandin, tecrube derxistin. ”
“Divê gelên Bakûr û Rojhilatê Sûrî xwe bawerbin û li berxwe bidin”
Duran Kalkan bang li hemû pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûrî kir ku hêza xwe bawerbin, bi bi berxwedanê çawa li dijî DAÎŞ’ê serketin, piştgiriya hemû gelên cîhanê û derdorên demokratîk girtin, wê vê pêvajoyê jî wisa biserbixînin.
Her wiha Kalkan hişyarî da û got Tirkiye bi zanebûn hebûna PKK’ê li Sûrî dixe nîqaşê, divê kes nekeve xefikên rojevên bi vî rengî.



