Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li başûr Rojhilatê bajarê Minbicê bersiva êrişên çeteyên dagirkeiya tirkiyê da û di encam de 5 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk Têkildarî mijarê daxuyanî da û got:
Ji doh danê êvarê û heta îro danê sibê di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker li başûr rojhilatê bajarê Minbicê şerên dijwar rû da.
Hêzên me di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiv dan êrîşên çeteyan, rasterast noqte û navendên çeteyan ên li wan herêman kirin hedef.
QSD: 3 wesayitên çeteyan hatin rûxandin û miqdarek çek û cebilxane hatin desteserkirin
Di encamê de 5 çete hatin kuştin û 3 wesayitên wan hatin rûxandin.
Her wiha miqdarek çek û cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin.
QSD: Li Zirganê endamekî Asayişê û endamekî Disîplîna Leşgerî şehîd bûn 4 endamên Asayişê birîndar bûn
Artêşa tirk a dagirker derdora pira Qereqozaq jî bi çekên giran topbaran kir.
Li zirganê jî, balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn hedef girt, di encamê de endamek û Hêzên Disîplîna Leşkerî şehîd bû û 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî birîndar bûn.



