Şehîdên êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker Lewend Erîşe û Îbrahîm Mihemed El Nasir ji aliyê sedan kesî ve li Pakrewangeha Şehîdên Til Temirê hatin oxirkirin.
Endamê Hêzên Dîsîplîna Leşkerî Lewend Erîşe (Eday Mihemed Ehmed) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Mihemed El Nasir 24ˈê kanûnê di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Zirganê şehîd bûbûn, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdên Til Temirê hatin oxirkirin.
Bi sedan şêniyên ji Til Temir, Zirgan, nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û hevreyên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.
Merasîma ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê ve hat lidarxistin bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.
Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Ebdulrezaq Mihemed axivî.
Ebdulrezaq Mihemed di axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û di kesayeta her du şehîdan de tevahî şêniyên azadiyê bi bîr anîn.
Ebdurezaq diyar kir ku dijminên mirovahiyê naxwazin aramî li herêmê mîsoger bibe û di dawiya axaftina xwe de ji bo parastina destkeftiyên şoreşê jî banga hevgirtinê kir.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Can jî bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Em ê bi hêzên xwe yên leşkerî û keda şehîdan planên dagirkeriyê vala derxin.”
Ferhad Can anî ziman ku hêzên leşkerî li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê berxwedaneke efsenewî li hemberî êrişên dagirkeriyê dinîvisînin û derbên giran li wan didin.
Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û pêşkêşî malbatên wan hatin kirin.
Girse cenazeyên şehîdan bi dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi te re şehîd” spartin axê.



