Komîteya Koçberên Serêkaniyê bang li partî û aliyên siyasî yên Kurdî kir ku nêrîneke siyasî ya yekbûyî çêkin ji ber ku yekrêziya Kurdî bingeha vegerandina koçberan û misogerkirina mafên wan ên rewa ye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê qonaxê de pêwistiya bi yekrêziya Kurdî zêdetir bû, nexasim ji ber ku nakokî û dabeşbûnên di hundirê mala Kurdî de bandoreke nerênî li pêşeroja doza Kurdî li Sûriyeyê û dozên koçberan û deverên dagirkirî, dikin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yekrêziya Kurdî van xalan misoger dike:
“Xurtkirina ewlehî û aramiyê: di encamê de koçber bi ewlehî û rûmet ê vegerin deverên xwe yên dagirkirî.
Avakirina baweriyê di nav pêkhateyan de: yekrêziya Kurdî dê ji bo hemû pêkhateyan bibe nimûneya jiyana aştiyane.
Bidestxistina piştgiriya navneteweyî: yekrêziya Kurdî piştgiriya siyasî û hiqûqî ya navneteweyî ji bo doza Kurdî bi xwe re tîne, her wiha derfetên ji nû ve avakirinê û peydakirina pêdiviyên koçberan zêdetir dike.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang wiha hat kirin:
“Em bang li hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdî dikin ku:
1- Konferanseke nîştîmanî ya Kurdî li dar bixin. Di encama wê de mafên gelê Kurd di Sûriyeya nû ya demokratîk, nenavendî û pirreng de misoger bin.
2- Di destûrê de bi gelê Kurd îtîraf were kirin, ji ber ku ew pêkhateyeke sereke ya Sûriyeyê ye.
3- Dagirkeriya Tirk û sûcên wê nexssim guhertina demografî werin bidawîkirin.
4- Piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD).
5 Hemû pêkhateyên neteweyî biparêzin û têkiliyên bi wekhevî û hezkirin xurt bikin.
Em jî amade ne di nêzîkkirina nêrînên hemû aliyan de, bibin alîkar û komîteyek taybet a diyalogê ava bikin. Hêza gelê me yê koçber di yekitiyê de ye, veger û hêza me jî di yekitiyê de ne.”



