Ji bo parastina herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker, Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî SMJÊ bang li hemû hêzên Kurdistanî kir ku li dora Rêveberiya Xweser û QSD’ê bibin yek.
Têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) daxuyaniyek da û wiha anî ziman:
“Dewleta Tirk vê tevlîheviya li Sûriyê ji bo xwe weke firsendekê dibîne û dest bi plana xwe ya qirkirina Kurdan kir.
Tirsa Tirkiyê ew e ku gelê Bakurê Kurdistanê jî daxwaza azadiya xwe bike û rabe ser piyan.
Weke Êzidî, Elewî, Xiristiyan, Durzî û hwd. Hemû baweriyên cuda, pêkhateyên li Sûriyê di bin metirsiyeke mezin de ne.
Em ji QSD’ê hêvî dikin ku çawa YPJ û YPG 3’ê Tebaxa 2014’an li civaka Êzidî xwedi derket û bû stara Jinên Êzidi, îro jî li gelê Elewî û bi taybetî li jinên Elewî xwedî derkeve û bibe stara wan.
Roj hatiye ku Kurd li dora Rêveberiya Xweser û hêza leşkerî QSD’ê kom bibin û bibin yek.”



