Şêniyên kantona Reqayê cenazeyê xebatkarê şaredariya bajarokê Tişrîn ê gundewarên kantona Reqayê oxir kir.
Her wiha nasnameya şervanekî Hêzên Erka Xweparastinê eşkere kir.
Şêniyên kantona Reqayê cenazeyê xebatkarê şaredariya bajarokê Tişrîn ê gundewarê kantona Reqayê Mehmûd Mudîr Muslim ku di 26’ê Kanûna de dema dema li ser erka xwe bû di encama êrîşekê de şehîd bibû, li mezara şehîdan a bajarokê El Hikûmiyê yê gundewarê bakurê Reqayê, oxir kirin.
Her wiha di mersaîmê de nasnameya şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mehmûd Hemûd El Seyîd ku di 10’ê Kanûnê de li bajarê Eyn Îsa şehîd bibû, hate eşkerekirin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Mihemed El Ehmed axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û got “Hêzên Sûriya Demokratîk ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide, karîbûn êrişên dagirkeriyê têk bibin û ewlehî û aramiyê pêk bînin. ”
El hemed soza şopandina rêya şehîdan û domandina têkoşîna wan da.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê Ebîr El Hac axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan û hemû şehîdan re xwest û wiha got: “Şehîd meşaleyên ronahiyê ne ku rêya jiyanê ronî dikin. ”
Piştî axaftinan belgnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatê hatin kirin.
Cenazeyê şehîd Mehmû Muslim bi berzkirina dirûşmên “şahîd namirin” spartin axê.



