Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk Egîd Serêkaniyê, li goristana şehîd Xebat Dêrik, oxir kirin.
Şêniyan tekez kirin ku berxwedan yekane rêya serkeftinê ye.
Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê, ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Egîd Serêkaniy (Mihemed Ehmed) ku di 26ê Kanûnê de li Qerqozaqê şehîd bibû, berê xwe dane mezargeha şehîd Xebat Dêrik.
Merasîma oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan, Girtî û Birîndarên Şer li kantona Cezîrê Mihemed Cemîl axivî û got: “Di vê demê de pêwîste em bi hevgirtina li dora hêzên xwe, Hêzên Sûriya Demokratîk û saziyên xwe, parastina destkeftiyên şehîdan bikin û şerê gel ê şoreşgerî bilind bikin, eger nebe, em ê ber bi Lozaneke nû ve herin. “
Cemîl di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku “Berxwedan yekane rêya serkeftina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parastina aramiya civaka me ye. “
Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk Seîd Koçer jî axivî û behsa têkoşîna şehîd Egîd Serêkankyê kir û diyar kir ku ew beşdarî hemû eniyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û wiha got: ” Divê em bigihêjin armanca şehîd Egîd û herêmên xwe biparêzin. “
Piştre belgenameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Cenazeyê şehîd Egîd Serêkaniyê bi durişmên “şehîd namirin” spartin axê.



