Xelkê kantona Dêra Zorê cenazyê şervanên QSDˋê şehîd Mihemed Ziyad El Xenam spart axê.
Xelkê kantona Dêra Zorê, nûnerên ji Meclisa Rêveber a Kantona Dêra Zorê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û şervanên QSDˋê şervanê Hêzên Komandos ên girêdayî QSDˋê şehîd Mihemed Ziyad El Xenam li Goristana Şehîd Xidir El Hemade ya bajarokê Ebû Xeşeb ê rojavayê Dêra Zorê spart axê.
Mihemed El Xenam di 25ˋê Kanûnê de di bersivdana êrişên dagirkeriyê û çeteyên wê li bajarokê Dêr Hafir ê rojhilatê Helebê şehîd bû.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Dêra Zorê Rewaa El Mihemed axivî û got: “Şehîd Mihemed Ziyad El Xenam di nava xelkê nas dikir hezkirî bû.”
Her wiha cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber Ziyab El Çîlat sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêça şehîdan da.
Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê Sîham El Silêman axivî û got: “Em îro li ser bi serbilindî şehîdê xwe oxir dikin û şehîdên ku di oxira aştî û ewlehiyê de canê xwe daye bi bîr tînin.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.



