Yek ji Fermandarên QSDˋê) Şakir Ereb diyar kir hêza wan hemû hewldanên pêşveçûna çeteyan têk birin.
Ji fermandarên (QSD) Şakir Ereb der barê pêşdeçûnên dawî li eniyên şer ên li Minbicê û pira Qereqozaqê axivî.
Şakir Ereb diyar kir ku dewleta Tirk di dirêjahiya 20 rojan de hewl didin Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê kontrol bikin.
Lê hêzên me tevahî hewldanên wan, ruxmî piştgiriya hewayî û hêzeke mezin a leşkerî, têk birin.”
Şakir Ereb têkildarî rewşa li wan eniyan da zanîn ku şervanên wan berxwedaneke mezin raber kir.
Her wekî êrişên çeteyan şikandin, zirarên mezin bi wan û cebilxaneyên wan kirin.
Hêzên me zêdetirî 450 çete kuştin û bi dehan tank û wesayîtên zirxî rûxandin.
Ereb diyar kir ku hêzên wan êrişên bênavber ên çeteyan têk didin û li eniya gundewarê Minbicê bi pêş de dicin.
Ereb destnîşan kir ku ew ji navenda bajêr ve 14 kîlometre dûr in.
Şakir Ereb tekez kir ku ew amade ne di oxira parastina gelên Herêmê de hîna fedakariyên din bikin.”



