QSDˈê ragihand ku ji şervanên wan Eqrebreş û Egîd Dirbêsiyê di berxwedana li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya QSDˈê bi daxuyaniyekê şehadeta 2 şervanên xwe ragihand.
Daxuyanî wiha ye:
“Hevreyê me Eqrebreş (Mehmûd Feysel Elî) dema şerekî giran a di navbera hêzên me û hêzên dagirker û çeteyên wê de di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Minbicê şehîd bû.
Hevreyê me Egîd Dirbêsiyê (Sayîl Umer Mihemed) li gundewarê Helebê di pevçûnên li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bû.
Hevreyê me Eqrebreş ji malbateke welatparêz e.
Bavê wî jî di nava refên hêzên me de têkoşînê dike.
Hevrê me ku ji berî çend salan ve cihê xwe di nava hêzên me de digire, gelek perwerde dîtin û pisporiyên şer û leşkerî wergirt û xwe pêş xist.
Ji ber asta pêşketina wî ya profesyonel cihê xwe di nava refên Hêzên Komandos de girt.
Hevreyê me Eqrebreş li herêmên Zirgan, Dêrazor û Serêkaniyê de cihê xwe di gelek pêngavên leşkerî yên hêzên me yên li dijî rêxistina DAIŞ a terorîst û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de girt.
Her wiha beşdarî pêngava Gurzê Gelan a li dijî çeteyan DAIŞˈê ya li girîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a li bajarê Hesekê bû.
Hevrê Eqrebreş ku di tevahî pêngav û operasyonan de bi dilsozî şer kir, mînaka şervanê dîsîplîn ê bawer bi serketinê bû.
Hevreyê me Egîd Dirbêsiyê di nava Hêzên Komandosê de cih digirt, roleke mezin di şeran de list.
Bi wêrakî û cesareta xwe ya veguehstina pêwîstiyên leşkerî, teqemenî û şervanên birîndar dihat naskirin.
Ti carî tirs nas nedikir. Di berxwedana li gundewarê Helebê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de heya fîşeka dawî li ber xwe da, dema ku fîşekên wî qediyan, ji bo nekeve destê çeteyan çalakiyek fedaî kir û ket lîsteya şehîdên nemir ku dê di bîr û dilê gelê xwe de zindî be.
Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin.
Em soza xwe ya tolhildana xwîna wan a pak re nû didin.
Em ê heya avakirina welatekî ewle yê bê teror û dagirkerî têkoşînê bikin.”
Nasaameya şehîdan

Nasnav: Eqrebreş
Nav û paşnav: Mehmûd Elî
Navê dayik: Hinda
Navê bav: Feysel
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê, 1999
Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 8 Kanûn 2024

Nasnav: Egîd Dirbêsiyê
Nav û paşnav: Sayîd Mihemed
Navê dayikê: Necah
Navê bav: Umer
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dirbêsiyê, 2003
Cih û dîroka şehadetê: Gundewarên Helebê, 8 Kanûn 2024.



