Rûsyayê bi balafirên bê mirov êrîşî Kîev a paytexta Ukraynayê kir û di encama êrîşê de 2 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn
Her wekî parçeyên teqînan li nêzî cihê serokê Ukrayanyê ketin:
Îro jî ji ber êrîşan kavilên avahiyan bi sedan metre dûrî Ofîsa Serokatiya Ukraynayê li ser kolanê belav bûn.
Li gorî daxuyaniya ku îro ji aliyê rayedarên Kîevê ya paytexta Ûkraynayê ve hat dayîn, cenazeyên 2 kesan ji bin kavilên avahiyekê hatin derxistin.
Serdozgeriya Ukraynayê ragihand ku herî kêm 7 kes birîndar bûne ku di nav wan de 2 jinên ducanî hene.
Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy di nivîsa xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de wiha got:
“Rûsya bi 111 balafirên bêmirov êrîşî Ukraynayê kir.
“Bi saya pergalên me yên parastina esmanî piraniya wan nekarîn bigihin armancên xwe, lê mixabin kesekî jiyana xwe ji dest da.”
Di Sibata 2022’an de, Rûsyayê dest bi êrîşeke berfireh li dijî welêt kir, bi îdiaya ku Ukrayna “divê ji Naziyan were paqijkirin”, û pevçûn hîn jî berdewam in, nemaze li Rojhilatê Ukraynayê.



