Bi sedan şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo tevlî çalakiya nobedariya bendava Tişrînê bibin ketin rê.
Bi sedan şêniyên Reqa û Dêrazorê ji bo herin bendava Tişrînê li çerxerêya Firûsiyê ya li bajarê Reqayê kom û ji wir ketin rê.
Tê payin ku şêniyên Reqa û Dêrazorê li bajarokê Mehmûdlî yê bakurê Tebqayê bighên şêniyê Tebqayê û bi hev re ber bi bendava Tişrînê ve biçin.
Şênî wê tevlî çalakiya nobedariya parstina bendava Tişrînê bibin ku kete roja xwe ya 8`mîn.
Ev cara duyemîn e ku şêniyên Dêrazorê, Tebqa û Reqayê ber tev li çalakiya li bendava Tişrînê dibin.



