MSD`ê ji bo xurtkirina diyaloga nîştimanî û nîqaşên der barê çareserkirina rewşa Sûriyeyê, paneleke online li dar xist. Gelek siyasetmedar û nûnerên civaka sivîl ên Sûriyeyê tev li panelê bûn.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo nirxandina rewşa li Sûriyeyê û siberoja welêt, bi sernavê “Rewşa Sûriyeyê, astengî û asoyên pêşerojê” paneleke online li dar xist. Gelek pispor û kesayetên siyasî, nûnerên civaka sivîl bi rêya “zoomê” tev li panelê bûn.
Rêvebera Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Fatme El Hesîno axivî û teqezî bi pêwîstiya diyalogê kir ku amûreke çareserkirina dozên heyî û avakirina siberojeke hevbeş e û hêviyên sûriyeyiyan dabîn dike.
Endamê Desteya Serokatiyê û hevserokê Nivîsgeha Sekreteriya MSD`ê Xebat Mihemed bi hurgulî behsa geşedanên li Sûriyeyê, nebûna xîtabeke nîştimanî kir.
Mihemed bal kişand ser girîngiya pirrengiya çandî û neteweyî ya gelê Sûriyeyê û destnîşan kir ku pêwîstiya istiqrarê bi diyalogê heye ku wesîleyeke derbaskirina aloziyan e.
Mihemed di dawiyê de banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî bi beşdariya tevahî hêzên demokratîk ên sûriyeyî kir, da ku bi hev re bêyî ku tu beş were paşguhkirin siberoja xwe xêz bikin.
Dûre analîzvanê siyasî Mistefa Rustem der barê siberoja Sûriyeyê û afirandina atmosfêreke guncew de ji bo diyalogeke nîştimanî ya giştî bi tevlêbûna tevahî sûriyeyiyan axivî û got divê destûra nû ya Sûriyeyê li gorî hêviyên sûriyeyiyayn be ku di avakirina dewleta demokratîk de gaveke bingehîn e.
Rustem diyar kir ku li welêt zehmetiyên aborî û ewlehiyê hene û got: “Şerê domdar û tevlihevî li pêşiya bidestxistina istiqrarê kelem in. Divê ji van aloziyan re çareserî bên dîtin.”
Piştre kesên tev li panelê bûne, nêrînên xwe der barê mijarên panelê de parve kirin û teqezî bi xurtkirina berjewendiya nîştimanî, firehkirina daîreya diyalogê bi beşdariya tevahî hêzên demokratîk, xurtkirina hevkariyê di navbera aliyên Sûriyeyê de ji bo avakirina Sûriyeya pirreng a demokratîk li gorî hêviyên gelê Sûriyeyê, kirin.



