Navenda Ragihandinê ya QSDˋê nasnameyên 7 şervanên xwe ku di berxwedana dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û DAIŞˋê de şehîd bûne, eşkera kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di berxwendana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de 7 şervanên wê şehîd bûne.
QSD`ê di daxuyaniya xwe de wiha nivisî: “Em sersaxî ji xwe û ji malbatên her 7 şehîdan re dixwazin. Ev şervan li eniyên berxwedanê yên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, li dijî DAIŞ`ê tê koşiyane, gihîştin asta şehadetê. Em soz didin gelê xwe ku çawa li hember DAIŞ`ê bi serketin dê di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de bi ser kevin. Em ê rêya şehîdên xwe bidomînin û xewnên şehîdên xwe pêk bînin.”
Li gorî daxuyaniyê agahiyên li sernasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Amanos Xezînî
Nav û paşnav: Oso Mehmûd Bekî
Navê dayîkê: Hiyam
Navê bav: Mehmûd
Cihê ji dayîkbûnê: Minbic
Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaqê, 11`ê Kanûna 2024`an.

Nasnav: Dijwar Xezînî
Nav û paşnav: Riyad Şukrî Bekî
Navê dayîkê: Îde
Navê bav: Şukrî
Cihê jidayîkbûnê : Xezînî
Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaqê. 11`ê Kanûna 2024

Nasnav: Sarût
Nav û paşnav: Omer Ezîz El Eliyan
Navê dayîkê; Foza
Navê bav: Ezîz
Cihê ji dayîkbûnê: Derenc
Cih û dîroka şehadetê: Derenc, 20`ê Çileya 2025

Nasnav: Şoreş Xezînî
Nav û paşnav: Mihemed Mehmûd Bekî
Navê dayîkê; Hiyam
Navê bav: Mehmûd
Cihê jidayîkbûnê: Minbic
Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaqê. 11`ê Kanûna 2024

Nasnav: Agirî Hesekê
Nav û paşnav: Mehmûd Mihemed El Ezawî
Navê dayîkê: Ehlam
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayîkbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Aliya, 15`ê Çileya 2025
Nasnav: Dêrsim Hesekê
Nav û paşnav: Ehmed Hemîd Yasîn
Navê dayîkê: Emşe
Navê bav: Hemîd
Cihê jidayîkbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: nexweşxane, 21`ê Çileya 2025

Nasnav: Ehmed Omer Qarî
Nav û paşnav: Ehmed Omer Qarî
Navê dayîkê: Fatme
Navê bav: Omer
Cihê jidayîkbûnê: Kobanê-Yarmaz
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, çiyayê Berkel, 19`ê Çileya 2025ˋan



