Li dijî bendava Tişrîn û gundên herêmê dîse êrişên dijwar yên dewleta Tirk ya dagirker hebûn.
Li derdora bendavê dîse balafirên dewleta Tirk êriş pêk anîn.
Li dijî gundên Sirîn, Zirgan û Til Temirê êrişên dijwar pêk hatin
Ne tenê ew, Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Tîna yê bajarê Sirînê bombebaran kir.
Gundê Tirwaziyê yê başûrê bajarokê Silûkê jî rastî topbaranê hat.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker di saetên sibehê de gundên Um Hermela, Rebîat û Xirbet Şeîr ên başûrê bajarê Zirganê bi çekên giran topbaran kirin.
Gundê Xidir El Hesen yê Til Temir jî hat topbaran kirin.



