Rêveberiya Xweser êrîş û hedefgirtina nobetdarên li bendava Tişînê bi tundî şermezarkir û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û ji birîndaran re jî şîfaya lezgîn xwest.
Di berfirehiya daxuyaniyê de rêveberiyê diyar ku di êrişê de welatiyê şehîd û 12 welatî birîndar bûne.
Rêveberiyê Xweser destmîşankir ku ev êrişên domdar li dijî herêmê rê li ber tevgera çeteyên DAIŞ’ê vekir di heman demê de bermahiyên rêjîma berê ji vê rewşê sûdê wedigire.
Da ku li herêmê fitine û tevliheviyan derxînin.
Rêveberiyê dazanîn êrişên dewleta Tirk û komkujiyên ku pêk tîne li dijî hemû zagonên navnetewyî ne û bê tundî bê dengiya aliyên têkildar rêxne û şermezar kir.
Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî, hêz û rêxistinên navneteweyî hate kirin ku “qanûnên xwe yên ji hêla dagirkeriya Tirkiyê ve tên binpêkirin, biparêzin û bi cîh bînin.
Divê civaka navneteweyî bi lez têkeve tevgerê û van sûcan rawestîne. “



