
Konseya Rêveber ya KNK’ê û Kongreya Civaka Demokratîk sala nû li gelên Kurdistanê pîroz kirin û diyar kirin ku wê gelên Kurdistanê sala 2020’ê jî bikin sala xebat û têkoşîneke mezintir.
Konseya Rêveber ya KNK’ê bi wesîleya sala nû peyamek weşand û li hemû gelê Kurd pîroz kir.
KNK destnîşankir ku di sala 2019’an de li hemberî êrîş û planên dagirkeran yên li çar aliyên kurdistanê berxwedana xwe mezin pêk hatiye.
KNK anî ziman ku yek ji gava herî mezin a sala 2019’an de têkbirina DAIŞ’ê bû, lê dewleta Tirk a dagirker ku xwe li vê ranegirt gef û êrîşên xwe yên li dijî Rojava didomîne.
KNK destnîşankir ku parastina destketiyên Rojava, xala sereke ye û ji bo serketina sala nû divê herkes xwedî li Rojava derbikeve û yekîtiya netewî xurt bike.
KNK got, “Em bi hêvî ne sala 2020ê jî bikin sala xebat û têkoşîneke mezintir û xeyalê gel gel bikin.
Sala nû 2020’an
KCD: Serketina sala nû bi Yekîtiya Netewî pêkan e
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî destnîşan kir ku li hemberî erîş xetereyên li dijî gelê Kurd, serketina sala nû bi xurtkirina yekîya netewî mimkûn e û got, “Em hêvî dikin ku sala 2020’an bibe sala aştî û avakirina Yekîtiya Neteweyî.”