Duh Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan serdana Bexdayê kir û li gel rayedarên Iraqê hin hevdîtin pêk anî.
Hakan Fîdan ji berpirsên Iraqê daxwaza pêkanîna hevpeymaniyek li dijî Kurdan kir.
Li gor gotina Çavdêrê Siyasî Racî Nuseyr, Hakan Fîdan di serdana xwe ya ji bo Bexdayê de nekariye ti encamek bidest bixe.
Nuseyr da zanîn ku ji ber dewleta Tirk rêzê li serweriya Iraqê nagire, ezmûna Iraqê ya bi Tirkiye re di serdema Erdogan de ti geşbîniyek nîne û got:
“Zehmete Hakan Fîdan di serdana xwe ya ji bo Bexdayê de encamek erênî bidest xistibe.
Erdogan hewl dide bi awayek serdest danûstandinê li gel kesên beramber re bike.
Pêwîstiya me ji daxuyaniyan zêdetir bi pratîkek rast heye.”



