Li bajarê Qesrî Şirîn a girêdayî Kirmanşah a Rojhilatê Kurdistanê, bi pileya 5,1 erd hejiya.
Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, erdhej li gorî dema herêmî di saet 04.32’yan de çêbûye.
Hat diyarkirin ku navenda erdhej lê çêbûye, bajarê Qesrî Şirîn a girêdayî Kirmanşah a Rojhilatê Kurdistanê ye.
Erdhej 8 kîlometre di kûrahiya erdê de çêbûye.
Rayedarên Îranê anîn ziman ku di encama erdhejê de tu zirar çênebûne.



