Rêxistina Mirovî Human Rights Watch got ku êrişa li dijî ambulanda Heyva Sor a Kurd di 18’ê Çileyê de ji aliyê dagirkeriya tirk û çeteyên wê pêk hatiye sûcekî şer e.
Human Rights Watch da zanîn ku Tirkiye û çeteyên wê bi dronekî êrişî ambulanseke Heyva Sor a Kurd kir.
Şahidan gotin ku di ambulansê de keçeke sivîl hebû ku di heman rojê de rastî êrişên dagirkeriya tirk li ser bendava Tişrînê hatibû.
Ajansa ANF News got ku di wê êrişê de 6 sivîl di nava wan de şanoger bavê Teyar hatin kuştin.
Lêkolînera karûbarên Rojhilata Navîn a Rêxistina Human Rights Watch got ku ew derbarê êrişên Tirkiyê û çeteyên wê li dijî sivîlan de bi fikar in û cihê nerihetiyê ye.
Pêwîst e Tirkiyê rê li ber sûcên şer bigire, ne beşdarî van sûcan bibe.
Human Rights Watch hevdîtin bi hinek beşdarên bendava Tişrînê ya 18’ê Çileyê ku di nava wan de ajokarê ambulansê hebûn li gorî wê Human Rights Watch wiha got:
Êriş li nêzî Bendavê di navbera saet 1 û 2 de pêk hatiye.
Li cihê êrişê û derdora wê ti maşîneyên leşkerî yên QSD’ê tune bûn.
Li gorî 3 vîdeoyan hat teqezkirin ku armanca êrişê ambulansa Heyva Sor a Kurd bû.



