Xelkê bajarê Hesekê diyar kirin ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e û divê ji Sûriyê derkeve û got:
“Kesên banga derketina hêzên biyanî dikin, divê ji dewleta Tirk ve dest pê bikin.”
Hemed Elî anî ziman ku gelek hêzên navneteweyî destwerdan li krîza Sûriyê kirin û got:
“Tirkiyê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û bi rêya komên xwe yên çete gelek sûc pêk anîn.
Dewleta Tirk a dagirker hewl dide xwe weke xwediyê maf li Sûriyê nîşan bide.
Em dibêjin divê çareseriya li Sûriyê, dûrî destwerdanên derve be û Sûriyeyî be.”
Feyad El Hesanî jî destnîşan kir ku dewleta tirk ji bo yekitiya axa Sûriyê dewleta her xeternake û wiha anî ziman:
“Em Sûrî berjewendiyên xwe nas dikin û dagirkeriyê bi tundî red dikin.
Usama Elî jî diyar kir ku Tirkiyê li pêş çareseriya nîştimanî ya Sûrî astengiya herî mezin e û got:
“Hin hêzên biyanî di hebûna xwe li Sûriyê de xwedî rewabûneke navneteweyî ne, lê dewleta Tirk a dagirker yekser dagirkeriyê dimeşîne û li Sûriyê xwedê timayên berfirehkirinê ye.”



