Friday 2026/06/05
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Li Qamişloyê têkildarî beşdariya jinan di xebata siyasî û destûrê de kongre

February 3, 2025
in JIN
A A
Li Qamişloyê têkildarî beşdariya jinan di xebata siyasî û destûrê de kongre
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên ji tevahî pêkhateyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siberoja jinan, rola wan di Sûriyeya nû de û pêwîstiya beşdarbûna wan di pêvajoya siyasî û destûrê de nîqaş kirin.

Di çarçoveya projeya pêvajoya siyasî li Sûriyeyê û pêşdeçûnan de û bi piştgiriya Yekitiya Jinan a Navneteweyî ji bo Aşît û Azadiyê, Tora Pêşengên Aştiyê û Komeleya Şawîşka bi sernavê “Beşdarbûna jinan di avakirina Sûriyeya nû de pêwîstî ye” kongreyek jinan li dar xist.

Kongre du rojan dewam dike. Di kongreyê de nûnerên ji Rêxistinên Civaka Sivîl, rêveberên pêşeng ên saziyên Rêveberiya Xweser beşdar dibin. Her wiha endama Komîteya Destûrê Dr. Semîre Mubeyid û endama Meclisa Şêwirê ya Jinan Sewsen Zekzek bi rêya zoomê beşdar dibin.

Di çalakiyên roja yekemîn a kongreyê de 3 mijar; “Pêşdeçûna pêvajoya siyasî”, “beşdarbûna jinan di pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê de (Meclisa Şêwirê ya Jinan-Jin di Komîteya Destûrê de)” û “Jin di siberoja Sûriyeyê de: Nêrîn û hêvî”, hatin nîqaşkirin

Endama Meclisa Şêwirê ya Jinan Sewsen Zekzek mijara yekemîn şîrove kir û got: “Em di qonaxa veguhastinê ya girîng de ne, divê em her derfeteke ji bo axaftin û nîqaşê bi kar bînin. Tu kes li welatê me û di vê demê de nikare mafên jinan misoger bike, divê em bi hev re bixebitin ku mafên jinan li Sûriyeyê misoger bikin.”

Sewsen wiha domand: “Destpêka tevgera li Sûriyeyê, me bûyerên li dewletên derdorê dişopandin û me didît ku êrişeke mezin a îslama siyasî li dijî mafên jinan hene, çi li Tûnisê, yan jî Misrê yan jî Lîbyayê.”

Sewsen diyar kir ku meclisê tevahî dozên li ser rêveçûna pêvajoya siyasî hatine pêşniyarkirin nîqaş kirin; ji wan jî misogeriya mafên jinan li gorî biryara 2254ˋan.

Her wiha Sewsen bal kişand ser şêweya hilbijartinan û divê çawa hilbijatinên rasteqîn çêbibin û tê de bi awayekî rasteqîn jina beşdar bibin.

Sewsenê da zanîn ku xebata herî girîng ku Meclisa Şêwirê ya Jinan kiriye 3 sînaryo ji bo veguhastina siyasî li Sûriyeyê pêşkêş kirin. Di van sînaryoyan de tê gotin ku divê tevgera jinan û civaka sivîl beşeke resen ji dan û standinên der barê pêvajoya siyasî be.

Mijara duyemîn de jî endama Komîteya Destûrê ya Sûriyeyê Dr. Semîre Mubeyid şîrove kir.

Semîre di destpêka axaftina xwe de bang li Sûriyeyiyan kir ku li hember kiryarên reşkirina siyasî bisekinin û wiha got: “Hewldanên vê dawiyê yên ferzkirina desthilata koman ku desthilata tevahî Sûriyeyê tiştekî ne rast e û şaş e. Ji ber ku wan di nava xwe de ev hilbijartin. Ji lew re ev yek Sûriyeyiyan giştî temsîl nake. Tiştê ji Sûriyeyê divê ew e ku çawa dewletek bê avakirin û tê de mafên tevahî welatiyan hebe, ye.”

Der barê kiryarên li dijî jinên li bakurê Sûriyeyê tên kirin de Semîre wiha domand: “Bûyerên jinên li Bakurê Sûriyeyê tê re derbas dibin ji tevahî herêmên din cudatir in. Ev ne tê wateyê ku li herêmên din binpêkirin çênabin. Ev binpêkirin li tevahî Sûriyeyê pêk tên. Ji ber wê em naxwazin dengê jinan bê qutkirin. Divê jina Sûriyeyî dengê xwe bilind bike û ew dikare siberojeke durst û saxlem ava bike.”

Semîre wiha dewam kir: “Rola me jî aktîvkirina xebata destûrê ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirrengiya civaka Sûriyeyê ji aliyên çandî, mezhebî û neteweyî ve hatiye vegotin û ev yek pir girîng e. Lê divê îro ev nasname û rewabûn bê yasayîkirin.”

Çalakgera hiqûqî û siyasî û endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hesaf û gerînendetiya Rêveber a Tora Pêşengên Aştiyê Sefa El Taha mijara sêyemîn bi rê ve birin.

Ji bo beşdariya jinan di siberoja Sûriyeya nû de Ebîr Hesaf daxwaza pêkanîna van şertan kir:

1-Tevahî kiryarên şer rawestin, vegereke ewle ya koçberên bi darê zorê ji herêmên xwe derketine û li herêmên din ên Sûriyeyê bi cih bûne were dabînkirin û banga pêkanîna edaleta veguhêz ji bo tawîzdayîna wan were kirin.
2-Pêwîstî bi lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya giştî hebe ku weke hevpeymana civakî ya tevahî Sûriyeyiyan be û divê li ser rêgeza wekheviya di navbera her du zayendan de be û ji hemû pêkhate, ol û baweriyan û herêman beşdar bibin.
3-Divê Sûriye bibe komareke demokratîk a pirrengî û nenavendî û projeya Rêveberiya Xweser weke modeleke zindî esas bê girtin ku tevahî erdnîgariya Sûriyeyê xwe bispêrinê.
4-Pêwîst e tevahî jinên Sûriyeyê bi awayekî atkîf di qonaxa veguhêz de beşdar bibin.
5-Bang li tevahî jinên Sûriyeyê yên ji hemû erdnîgariya Sûriyeyê û tevahî pêkhateyan bêkirin ku helwest û kedên xwe yên ji bo parastina destkeftiyên xwe bikin yek û stratejiyeke xebatê deynin ku mafên xwe biparêzin.
6-Xebat bi tevahî jinên Sûriyeyê re bê kirin ku dozên girêdayî jinan nas bikin û ji jinên li herêmên din ên Sûriyeyê re projeya Rêveberiya Xweser û nirxên şoreşa jinan bidin nasîn.
7-Divê jin di sazkirina destûra nû ya Sûriyeyê de beşdar bibin, her wiha divê di destûrê de mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di tevahî aliyên jiyanê, civakî, siyasî, çandî, perwerde û aborî de werin misogerkirin.

Sibe xebatên kongreyê bi nîqaşkirina 2 mijarên li ser “Rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, astengî û pirsgirêk” û “Çareserî û pêşniyarên ji bo pêşdeçûna rewşa jinan” dewam dike û di dawiyê de encamnameyek tê dayîn.

Previous Post

Komîteya Malbatên Şehîdan nasnameya Hêva Erebo û Dilawer Erebo eşkera kir

Next Post

NÛÇE

Weşana girêdayî

Şandeya DEM Partî wê 24’ê Nîsanê bi Wezîrê Edaletê yê Tirk re rûne
JIN

Meclîs Jinan a DEM Partiyê li dijî Pakêta Darazê ya 12’emîn banga têkoşînê kir

Dayîkek û 2 zarokên wê ku li Siwêdayê hatibûn revandin hatin berdan
JIN

Dayîkek û 2 zarokên wê ku li Siwêdayê hatibûn revandin hatin berdan

Polîsên Hamburgê pankarta ji bo piştgiriya YPJ’ê boyax kirin
JIN

Polîsên Hamburgê pankarta ji bo piştgiriya YPJ’ê boyax kirin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye