Kongra Star şehîd Viyan Soran bi bîr anî û diyar kir ku şehîd Viyan Soran mînaka jinên azad e ku ji bo azadiya gelê xwe fedakarî kir.
Meclisa Kongra Star a bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê bi boneya salvegera 19’an a şehadeta Viyan Soran, civînek li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan li dar xist.
Civîn bi amadebûna endamên saziyên sivî, nûnerên partiyên siyasî û şêniyên bajar hat lidarxistin.
Di civînê de rêvebera Meclisa Kongra Star a Til Temirê Ronak Til Temir axivî. Ronak Til Temir têkoşîna şehîd Viya Soran vegot û got: “Em şehîd Viyan Soran bi bîr tînin. Şehîd Viyan sembola jinên azad e ku ji bo azadî û rûmeta gelê xwe fedakariyên mezin kirin.”
Ronak Til Temir bal kişand ser têkoşîna şehîd Viyan a li hemberî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku şehîd Viyan bi hemû hêza xwe li hemberî komployê sekinî û li dijî wê çalakiyeke fedaî kir.
Ronak diyar kir ku komplo ne tenê li dijî Rêber Abdullah Ocalan bû, lê di kesayeta wî de li dijî tevahî gelên herêmê didome.
Piştre endama Kongra Star Zehra Emîn nameya şehîd Viyan Soran xwend. Di dawiyê de sînevîzyonek li ser têkoşîna wê hat pêşandan.



