QSD’ê encama şer a 24 saetên dawî eşkere kir.QSD
‘ê diyar kir ku di encama bersivdayîna êrîşên dagirkeran de hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê vê yekê de daxuyanî da û got:
Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên me li gundewarê bakurê Bendavê nuqteyeke çeteyan kirin armanc,
Di encamê de kuştî û birîndarên wan çêbûn, lê hejmara wan nehat zanîn.
QSD: Li xeta bendava Tişrînê 2 çete li ser motorsikletê hatin kuştin
Her wiha 2 çeteyên ku li motosîkletekê siwar bûn jî ji aliyê şervanên me ve hatin kuştin.
Di heman demê de balafirên şer û balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker derdora bendavê ku malên karkeran jî di nav de ye, kirin armanc.
QSD: Di êrişa hewayî de li gundê Xirbit Tuyînî hevalek me şehîd yek jî birîndar bû
Her wiha balefirên bê mirov noqteyeke hêzên me li nêzî gundê “Xirbet Tiwênî” kirin armanc û di encamê de şervanekî me şehîd bû û şervanekî me jî bi sivikî birîndar bû.
Çeteyan gundên “Beyade” û “Cibna” li rojavayê bajarê Kobanê bi topên giran ji bajarê Cerablûsê kirin armanc, lê ti ziyanek çênebû.
Li derdora Pira Qereqozaq û girê Newroz hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin.



