Hezar û 200 kesan banga hilweşandina cezayê darvekirina Pexşan û Werîşe kirin û anîn ziman ku divê rêxistinên mafên jinan berpirsên darvekirina jinan ji rayedarên Îranê bipirsin.
Bertek û helwestên li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî û girtiyên siyasî yên din didome.
Ji 44 welatan hezar û 200 kesan li dijî cezayê darvekirinê ji aliyê rejîma Îranê ve daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hezar û 200 îmzekar bang li zêdetirî 100 rêxistinên Femînîst, torên navneteweyî û saziyên navneteweyî kirin ku ji bo bidawîkirina cezayê darvekirinê bi hev re bixebitin.
Her wiha daxwaz dikin ku zext li ser desthilata Îranê were kirin ku demildest cezayê darvekirinê yê li ser her du girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî were hilweşandin û werin azadkirin.
Hinek ji kesên îmzaya xwe avêtîn binê daxuyanî evin: Gulrox Îreyî, Zeyneb Celaliyan, Nergîz Mihemedî, Meryem Sedat Yehyawî, Hûra Nîgbext, Sakîna Perwane, Mutehare Goyî û Vîda Rebanî.



