Çaremîn karwanê xelkê bajarê Kobanî Ji bo tevlîbûna çalakiya ji bo parastina bendava Tişrîn ber bi bendave ve rê ket.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û ji bo nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan, ji 8’ê Çileyê ve nobetê digire.
Îro şêniyên bajarê Kobanê ji saetên sibehê ve tevî baranê li qada Şehîd Agît kom bûn û berê xwe dan bendava berxwedanê ya Bendava Tişrînê û ji gelê navçeyên Tebqa, Reqa û Dêra Zorê yên ku bi rojan e bi coşeke bilind li berxwe didin wergirin.



