Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker welatiyên li Bendava Tişrînê bombebaran kirin, di encamê de birîndar hene.
Îro jî karwanê çaremîn ê gelê bajarê Kobanê ku di saetên sibehê de ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketibû, gihaşt bendavê.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî 2 mehan e êrişên xwe li derdora Bendava Tişrînê zêdetir kirine. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rawestandina êrişan û parastina bendavê, ji 8’ê Çileyê ve kom bi kom nobeta parastina bendavê digire.



