Zarokê bi navê Ehmed Muyeser El Reman (8) ê ku di êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sûka bajarê Sirînê de birîndar bûbû, şehîd bû. Bi wê re hejmara welatiyên di komkujiyê de şehîd bûne bû 13.
Ew zarok li nexweşxaneyeke Reqayê dihat tedawîkirin, lê tevî hemû hewalên tibî, îro şehîd bû.



