Çalakgerên ji Reqa, Tebqa û Dêra Zorê yên piştî 2 rojan ji Bendava Tişrînê vegeriyan, li Reqayê hatin pêşwazîkirin.
Çalakgerên ji Reqa, Tebqa û Dêra Zorê piştî nobedariya 3 rojan ji Bendava Tişrînê vegeriyan, li Reqayê hatin pêşwazîkirin.
Girseya çalakgeran ji aliyê endamên saziyên sivîl, leşkerî û xelkê kantona Reqayê ve hatin pêşwazîkirin. Çalakger li ber stranên şoreşgerî, hildana alên QSD’ê û dirûşmên silavkirina berxwedana Bendava Tişrînê hatin pêşwazîkirin.
Şêniyên Dêra Zor, Tebqa û Reqayê beriya 3 rojan çêbûn bendavê û çalakiya nobetê girt. Şêniyên kantona Firatê niha nobet dewr girtiye.



