Li Bexdayê Çalakgerek hat kuştin

Li Iraqê çalakiyên li dijî hikumetê didome, îro li Bexdayê çalakgerek hate kuştin.

Çalakiyên li dijî hikumeta Iraqê di meha çaran de dewam dike.

Li gorî agahiyên ku li herêmê hatine wergirtin yek ji pêşengê çalakiyên ku 1’ê Cotmehê hatibûn destpêkirin Saadûn El-Luhaybî li taxeke başûrê Bexdayê hatiye kuştin.

Di hefteyên dawîn de bi dehan çalakger ji aliyê kesên nenas ve hatine kuştin.

Di dema çalakiyan de herî kêm 460 kesan jiyana xwe ji dest dan û 25 hezar kes jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button