Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji desthilata Şamê xwest ku bûyera derbasbûn û derketina hêzên wan bo Efrînê û bûyerên girtina şêniyên Efrînê, zelal bike.
Berî çend rojan karwanekî Asayîşa Hêzên Ewlekariya Giştî yên girêdayî desthilata Şamê, derbasî nav bajarê Efrînê bû û piştî demekê karwan ji bajêr derket.
Piştî vê yekê li dijî gelê Efrînê hemleyeke girtinê hat destpêkirin.
Berdevkê fermî yê Desteya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kemal Akif ji desthilata Şamê xwest ku sedemên girtina şêniyên Efrînê aşkera bike.
Di daxuyaniya Kemal Akif de hate gotin:
“Berî çend rojan, karwanekî Hêzên Ewlekariya Giştî ya Helebê derbasî nav bajarê Efrînê bû û bêyî tiştekî eşkera bikin, ji wir vekişiya.
Piştî ku vekişiyan li dijî kesên ku derketibûn pêşwaziya Hêzên Ewlekariya Giştî hemleyeke girtinê ya berifeh dest pê kir.
Ev geşedan cihê guman û fikaran e û êş û azara xelkê me yê di bin dagirkeriyê de zêde dike.
Divê Şam bi awaeykî fermî vê bûyerê zelal bike, her wiha divê vegera şêniyên Efrînê bo herêmên xwe erkeke sereke be.”



