Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Til Temirê 3 nuqte û li kantona Firatê jî gundek topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker di saetên derengî şevê de li Til Temirê , çewilka çêlekan, gundên Um El Kêf û Til Cumayê topbaran kirin.
Artêşa dagirker û çeteyên di heman demê de gundê Tirwaziyê yê kantona Firatê jî dan ber topan.
Der barê encamên topbaranê de agahî nehatin bidestxistin.
Derdora bendava Tirşînê hat topbarankirin
Her wiha Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora Bendava Tişrînê topbaran dikirin.



