Ji bo şervanên QSD’ê yên şehîd Xelîl Bozî, Feysel Remedan û Dilşêr Kobanê merasîmeke bi heyet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê hat lidarxistin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Xelîl Ehmed Bozî yê ku 7’ê vê Sibatê ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûbû, îro bi merasîmeke biheyet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê definkirn.
Di merasîmê de şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Feysel El Remedan ê 9`ê Kanûna 2024`an li Minbicê şehîd bûbû û şervanê Hêzên Komandos Dilşêr Kobanê (Yasir Bozan Şêx Nebî) ê 20`ê Çileya îsal li Bendava Tişrînê şehîd bûbû hatin bibîranîn.
Bi sedan xelkê kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser beşdarî merasîmê bûn ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ve hat birêxistinkirin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclisa Bajarê Şêranê Xelîl Mihemed axivî.
Xelîl Mihemed piştî sersaxî da malbatênn şehîdan diyar kir ku sedsala 21`an sedsala gelê Kurd e û wiha dom da axaftina xwe “Gelê Kurd bi têkoşîn û berxwedana erşa desthilatê hilweşand û wê bi heman rihî jî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê têk bibe.”
Ji rêveberên Meclisa Kongra Star a bajarê Şêranê Litfiyê Silêman sersaxî ji malbat û hevalên şehîdan re xwest û wiha domand “Gelê me û şervanên me li Bendava Tişrînê berxwedaneke dîrokî li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk raber dikin.
Ev berxwedan bi tîpên zêrîn tê nivîsandin. Şehîdên me heya dilopa dawî ya xwînê bi hemû hêza xwe li hember dagirkeriyê li ber xwe dan.”
Litfiye soza şopandina rêya şehîdan da û got, wê xwîna şehîdan li erdê nemîne.
Kurê şehîd Xelîl Bozî, Mihemed Bozî jî axivî û ev tişt got: “Bavê min rêya şehadetê xwest û îro ew gihişt rêya xwe. Çawa Seroketî digot; ji7 salî hata 70 salî wê şehîd bibin, em ji 7 heya 70 salî şehîdan didin.
Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrişî me dike lê tu carî bi hêza me nikare. Em xwedî şehîd in wê tu kes bi hêz û vîna me nikare.”
Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê şehîd Xelîl Bozî bi dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.



