Li Iraqê bi operesyoneke Emerîkayê 6 kes hatin kuştin

Piştî kuştina Qasim Sulemanî, Emerîka bi operesyoneke li ser karmendên tendurstiyê yê Heşd El-Şebî ya Iraqî, 6 kes kuştin.

Balafirên Emerîka vê sibehê, 2 wesaytên karmendên Tenduristiyê yê Heşd El-Şebî Iraqê bombebaran kir.

Konvoya karmendên tendurstiyê li nêzî stadyuma El-Tacî ya bakurê Bexdayê bû.

Di encamê de 6 kes hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.

Di heman demê de jî wesayeteke fermandarên Heşd El-Şebî li Tacî ya bakurê Bexdayê hat hedefgirtin.

Fermandarên ku di wesayetê de bûn Şibl El-Zeydî, Hamid El-Cezarî û Raad El-Kerwî bûn .

Lê Heşd El-Şebî idîya hedfgirtina fermandarên wê derewand.

Duh jî Fermandarê feyleqa Qudsê a girêdayî Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî bi operasyoneke taybet bi fermana Serokê Emerîka Donald Trump hate kuştin.

Leave a Reply

Back to top button