Hate ragihandin ku di qonaxa dubare darizandinê de ji aliyê desthilata Îranê ve cezayê darvekirinê ji bo Şerîfe Mihemedî hate pejirandin.
Kampanyaya ji bo Parastina Şerîfe Mihemedî li ser medyaya dijîtal ragihand ku di 13’ê Sibatê de careke din cezayê darvekirinê li girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate birîn.
Hate diyarkirin di qonaxa dubare ya darizandinê de ji aliyê serokê Liqa 2’yem a Dadgeha Şoreşê ya Reştê Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hatiye pejirandin.
Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) ji Urmiyeyê ye û li bajarê Reşt niştecih e. Şerîfe Mihemedî di Kanûna 2023’yan de bi hinceta ‘propagandaya li dijî dewletê’ hatibû destgîrkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirabkirin.



