4 çeteyên tevgera ciwanan a Somalê hatin kuştin

Di êrîşekê li ser bargeheke Emerîkî li Kenyayê de, 4 çeteyên Tevgera Ciwanan a Somalî hatin kuştin.

Berpirsekî herêmî ragihand ku Tevgera Ciwanan êrîşek li ser baregeha Emerîkî ya li bakurê Kenyayê pêk anî, lê bilez êrîş hat têkbirin.

Berpirs teqez kir jî ku tevgerê ev yek girt ser xwe.

TEVGERA CIWANÊN SOMALÊ
3 ŞIVAN LI PARÊZGEHA HIRANÊ BI DAR VEKIRIN

Berî vê jî, Tevgerê 3 şivan li parêzgeha Hiran li navenda Somalê bi dar vekirin.

Li gorî agahiyan, ev kes bi tawana “karê bi hikumeta federal re” hatin kuştin.

Tevgera Ciwanan, di destpêka 2004an de ji aliyê Qaîdayê ve hat damezirandin.

Li gorî danayên NY jî, heya niha vê tevgerê 2 hezar û 78 kes kuştine û 2 hezar û 507 kes birîndar kirine.

Weke tê zanîn ev tevger bi giştî herêma Coba ya Navîn li başûrê Somalê kontrol dike, lê êrîşên xwe yên terorîst li seranserî welêt pêk tîne.

Leave a Reply

Back to top button