Piştî banga dîrokî ya ku Rêber Apo 27’ê Sibatê kirî, Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku ew beşdarî bangê dibin û wê guh bidinê.
Mîna piştî banga Rêber Apo, daxuyaniya agirbestê ya PKK’ê jî di çapemeniya cîhanê de cihekî berfireh girt.
Li seranserî cîhanê, ji derveyî ajansên nûçeyan ên fermî yên Rûsya û Îranê Sputnik û IRNA’yê, hema bêje hemû rêxistinên çapemeniyê nûçe weşandin.
Servîsa Tirkî ya Sputnik jî nûçe bi zimanê medyaya alîgir, dît.
Banga Rêber Apo û daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê di nava çend deqeyan de di çapemeniya cîhanê de belav bûn.
Reutersê ragihand ku piştî bangê, PKK’ê agirbest ragihand.
Di nûçeyê de bal kişandin ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û diyar kirin ku 40 sal in şer dewam dike.
Di nûçeya ajansa Associated Press a amerîkî de hate diyarkirin ku PKK’ê di nava 2 rojan de agirbest ragihand û daxuyaniya PKK’ê wiha da:
“Ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo bikeve meriyetê, em agirbestê îlan dikin.
Heta ku êrîşî me neyê kirin, ti hêzên me çalakiya çekdarî nakin.”
Kanala nûçeyan a France 24 nûçe bi van gotinan servîs kir:
“Em naveroka bangê qebûl dikin û em ê vê bişopînin û pêk bînin.”
Ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê Xinhua nûçeya xwe weke ‘flaş’ weşand û ragihand ku PKK’ê bi banga Rêber Apo re agirbest îlan kir.
Al Jazeera diyar kir ku PKK’ê agibest îlan kir û got:
“PKK’ê xwest ku lîderê wan Abdullah Ocalan ê di girtîgehê de, were berdan.”
Jarusalem Post a israîlî jî nûçeya agirbestê ya PKK’ê bi xwînerên xwe re parve kir.
Televîzyona SKY News daxuyaniya PKK’ê û ragihandina agirbestê wekî nûçeyeke lezgîn belav kir.
BBC’ê bi nûçeya David Mercer re biryara agirbestê ya PKK’ê ragihand.
Servîsa Îngilîzî ya Sputnik ku ajansa nûçeyan a fermî ya Rûsyayê ye, nûçe ji nedîtî ve hat û servîsa Tirkî jî tercîh kir ku nûçeyê bi zimanê medyaya alîgir bibîne.
DW, CNN International, Al Arabiya, Bloomberg, The Washington Post, The Times Of Israel û gelek rojname, televîzyon û malperên nûçeyan biryara agirbestê ya PKK’ê parve kirin.



