Li Sûriyê tenê di meha sibatê de, 92 kes ji ber bermahiyên şer hatin kuştin.
Di nav wan de jin û zarok hene.
Li herêma Desthilata Şamê 76 kes di nav wan de 3 jin û 17 zarok hatin kuştin û 68 kes birîndar bûn.
Li herêmên dagirkeriya Tirkiyê de 11 kes hatin kuştin, di nav wan 2 zarok in û 18 jî birîndar bûn.
Li Herêma Rêveberiya Xweser jî 5 kesan ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da, di nav wan de 2 jin û zarokek.



