Ji ber herikîna petrolê ji boriyeke li bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê rêyeke giştî hat girtin. Tîmên awarte ji bo çareserkirin û çaksazkirinê destwerdan kir.
Di encama herikîna petrolê ji xeteke petrolê ya li bajarê Girkê Legê rêyeke giştî û hin taxên bajêr hatin girtin.
Li gorî aliyên têkildar, ji ber guhertinên avhewayê û berdana petrolê bi hêza bilind di xeta sereke re, petrol herikî û ev pirsgirêk çêbû.
Tîmên awarte dest bi çareserkirina pirsgirêkê, çaksazkirina boriyê û paqijkirina rêya giştî kir.



