Duh li bajarê Qamişlo endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan, şehîdên Hefteya Lehengiyê bi meşeke girseyî hatin bi bîr anîn.
Beşdarên meşê diyar kirin ku ew ê serkeftinê bi rihê Hefteya Lehengiyê mîsoger bikin.
Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo şehîdên Hefteya Lehengiyê bi meşekê bi bîr anîn.
Meş ji Çerxerêya Efrînê dest pê kir û ber bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan bi rê ve ket.
Li wir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî.
Her wiha Mihyedîn Hesen şehîd Mezlûm Dogan û Masûm Qorqemaz û hermû şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bîr anîn.
Mihyedîn soza şopandina rêya şehîdan da û got:
“Em ê dagirkeriyê û îxanetê bi rihê Hefteya Lehengiyê, têk bibin.”
Di dawiyê de çalakî bi durşimên dilsoziya bi şehîdan, bi dawî bû.



